DYA: Ev ne operasyoneke avakirina demokrasiyê ye

Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Pete Hegseth, diyar kir ku operasyonên li dijî Îranê ne bi armanca “avakirina demokrasiyê” ne û ragihand ku ew ê “bi qasî ku pêwîst bike êrişan bidomînin.

Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Pete Hegseth, ragihand ku operasyona leşkerî ya li dijî Îranê ne bi armanca “avakirina demokrasiyê” ye.

Hegseth, ku ji destpêka şer û vir ve civîna xwe ya yekem a çapemeniyê li dar xist, got: “Êdî qaîdeyên angajmanê yên bêhiş nîn in, û ne avzêya avakirina neteweyan e, ev ne operasyoneke avakirina demokrasiyê ye.”

LI SER AXA ÎRANÊ LEŞKERÊN AMERIKÎ NÎN IN

Hegseth her wisa diyar kir ku niha li ser axa Îranê tu leşkerên Amerîkî nîn in, lê belê DYA dê “bi qasî ku pêwîst bike tevbigere.”

Dema ku jê hat pirsîn ka leşkerên Amerîkî li Îranê hatine bicihkirin yan na, Pete Hegseth got “Ev bêhişî ye,” û wiha domand: “Serok Trump, piştrast dike ku dijminên me fêm bikin ku em ê ji bo parastina berjewendiyên Amerîkayê bi qasî ku pêwîst bike tevbigerin.”

SERWERİYA HEWAYÎ HATE DABÎNKIRIN

Serokê Erkanê Giştî yê DYA’yê Orgeneral Dan Caine jî ragihand ku di encama êrîşên ku DYA û Îsraîlê ji roja şemiyê ve pêk tînin de, li ser Îranê “serweriya hewayî ya herêmî” hatiye dabînkirin.

Caine diyar kir ku êrîşên bilez û dijwar parastina hêzên DYA’yê zêde kiriye û rê daye ku operasyon di qada hewayî ya Îranê de berdewam bikin.

HEVJÎNA XAMANEYÎ JİYANA XWE JI DEST DA

Ji aliyê din ve, medyaya Îranê ragihand ku hevjîna rêberê olî Ayetullah Elî Xamaneyî, a ku di êrîşan de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî ajansa Tasnimê, Mensureh Hojasteh Bagerzadeha 79 salî, ji êrîşa hewayî ya roja şemiyê ve di komayê de bû.